Li Sengalê goreke bikom a jinên Kurdên Êzidî tê vekirin
PeyamaKurd - Li Şengalê bi amadebûna nûnerê UNITAD, îro goreke bikom a jinên Kurdên Êzidî tê vekirin.
Li Şengalê, serokê tîma lêkolînan ya Neteweyên Yekbûyî li tawanên DAIŞê li Iraqê Kerîm Ehmed Xan, balyozên çend welatan û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê, dest bi vekirina goreke bikom li Şengalê kirin.
UNITAD tîmeke taybet ya Netewên Yekgirtî ye bo lêkolînan li tawanên DAIŞê li Iraqê û bi biryara Civata Ewlehiya Netewên Yekgirtî, di sala 2017an de hat avakirin .
Şêwirmendê sekreterê giştî yê Netewên Yekbuyi Kerîm Seîd Xan serokatiya vê tîmê dike.
Merasîmek ji bo vekirina yekem gora bikom a jinên Kurd ên Êzidî birêve diçe û ji sibê Yekşemê ve dest bi vekirina wê gora bikom tê kirin.
Li gor zanyariyên hemû jinên di gora bikom de, ji 40 salî mezintir in û xelkê gundê Koço ne.
Li Şengalê 80 gorên bikom heta nuha hatin dîtin. Di sala 2014an de, ji aliyê terorîstên DAIŞê ve xelkê Şengalê hatin gulebarankirin. Berî nuha 17 gorên bikom hatin vekirin. Heta nuha nasnameya bêhtir ji 60 qurbanên nav gorên bikom eşkera bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin