Meytên 41 Kurdên Êzidî li Sengalê têne vesartin

24 January 2024 17:02 0 dîtin
Meytên 41 Kurdên Êzidî li Sengalê têne vesartin

PeyamaKurd - Meytên 41 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê rêxistina terorê ya DAIŞê ve hatibûn kuştin, li Şengalê têne veşartin. Hate ragihandin ku wê ji bo veşartina 41 meytan, li Bîrgeha Komkujiya Kurdên Êzidî merasîmeke taybet bê pêkanîn.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Husên Qaîdî da zanîn ku wê meytên 41 Kurdan li çar goristanên Şengalê bene weşartin û wê ji bo hurmetdayînê sê rojan (24, 25 û 26ê vê mehê) şîn bê kirin.

Meytên 41 Kurdên Êzidî ji gorên komî yên ku DAIŞê piştî ew qetil kiribûn avêtibûnê hatibûn derxistin. Hate ragihandin ku wê malbatên van meytan îro bigihîjin meytên ku tenê hestî mane.

Rayedaran dane zanîn ku 20 ji van kesên ku ji alî DAIŞê ve hatibûn qetilkirin ji gundê Koçoyê, 16 ji gundê Herdanê, 3 ji gundê Qinê û 2 jî ji Xanesorê ne.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên ÊzidîHusên Qaîdî destnîşan kir ku heta niha 92 gorên komî yên Kurdên Êzidî hatine dîtin.

Heta niha 55 ji wan hatine vedan ku hestiyên 242 kesan di wan de bûn.