Kurdistan | 10ê Adarê Roja Cilûbergên Kurdî hat pîrozkirin

10 March 2021 15:11 0 dîtin
Kurdistan | 10ê Adarê Roja Cilûbergên Kurdî hat pîrozkirin

PeyamaKurd – Roja 10ê Adarê li Herêma Kurdistanê bi fermî Roja Cilûbergên Kurdî ye ku îro bi cilûbergên rengo rengo yên kurdî hat pîrozkirin.

Li Parlamentoya Kurdistanê, li nav civakê û di nav dam û dezgehên Herêma Kurdistanê de, bi merasîmên fermî Roja Cilûbergên Kurdî hat pîrozkirin û dîmenên xweşik derketin holê.

Kurd bi cilûbergên xwe yên resen û dîrokî balê dikişînin ser xwe û cilûbergên wan sembola çand, netew û erdnîgariya Kurdistanê ne.

Li Herêma Kurdistanê her sal bi merasîmên fermî û bi taybet li dibistan û xwendingehan bi li xwe kirina cilûbergên kurdî merasîmên pîrozbahiyê têne lidarxistin.