Ji Davutoglu daxuyaniyên Rojava, Herêma Kurdistanê û perwerdeya bi Kurdî...
PeyamaKurd - Serokê Partiya Pêşerojê (Gelecek Partisi) Ahmet Davutoglu, piştî ku doh 11ê Hezîranê di civîneke partiya xwe ya li Diyarbekirê de, pêşniyarên xwe yên bo çareserkirina pirsa Kurd bi 10 xalên di warên demokratîzekirina Tirkiyê de eşkere kir, îro Yekşemê li Diyarbekirê civîneke rojnamevanî li dar xist.
Ahmet Davutoglu li ser operasyona muhtemel a Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, mijara perwerdehiya zimanê Kurdî û çend mijarên din daxuyanî dan.
Ahmet Davutoglu li ser mijara perwerdehiya bi zimanê Kurdî diyar kir, “Bikaranîna zimanê dayikê di perwerde û xizmetên giştî de mafekî xwezayî ye. Ez vê wek gef nabînim. Em wek partî vê wek faktoreke ku rêzê li zimanê welatiyên xwe digire û hesta welatîbûnê ya welatparêziyê xurtir dike dibînin. Mebesta me ne fêrkirina zimanê zikmakî ye, em dibêjin di perwerdehî û jiyana civakî de bikar bînin.”
Davutoglu rêzefîlmê ku di televizyona ATVê de heqaret li Herêma Kurdistanê û kurdan kiribû wekî karekî bêhedî nirxand û ji bo pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê got: “Birayên me yên di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hevnijadên me ne. Kurdên Iraqê hevpeymanê xwezayî yên Tirkiyê ne. Divê lihevhatin siyaseta me ya bingehîn be.”
Ahmet Davutoglu ji bo kurdên Rojavayê Kurdistanê jî got, “Divê Tirkiye Kurdên li Sûriyê weke gef nebîne û cudahiyek zelal di navbera pêkhateyên ku zextê li ser wan dikin bê kirin û ji niha û pê de berpirsyariyên me hene ku em ê her û her bi hev re bin. Divê berî her tiştî Tirkiye bi rêyên dîplomatîk bi Amerîkayê re pirsgirêkê çareser bike, berpirsyarê vê Amerîka ye.”
Di berdewamê de jî Davutoglu diyar kir, “Divê operasyon nebin sedema guhertina demografiya Sûriyê. Divê em li dijî bikaranîna vê operasyonê ji aliyê hikûmetê ve weke malzemeyên siyasî yên navxweyî derkevin. Divê demografî bê parastin. Divê li Sûriyê polîtîkayên aştiyê bên şopandin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin