Mesrûr Barzanî Roja Cilûbergên Kurdî li hemû Kurdistanîyan pîroz kir

10 March 2021 16:29 0 dîtin
Mesrûr Barzanî Roja Cilûbergên Kurdî li hemû Kurdistanîyan pîroz kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Çarşemê 10ê Adarê bi minasebeta Roja Cilûbergên Kurdî ya Netewî peyameke pîrozbahiyê da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyama xwe ya li ser twitterê parve kiriye de wêneyê zarokeke Kurd a li dibistanê bi kincên Kurdî danîye û 10 Adarê Roja Cilûbergên Kurdî ya Netewî pîroz dike.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, “Roja cilûbergên netewî li hemû Kurdistaniyan pîroz be!”

Îro Roja Cilûbergên Kurdî ya Netewî ye ku li ser medya civakî jî gelek kesan bi kincên kurdî ev roja taybet pîroz kirin.