Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kirin...
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo 124emîn salvegera weşana Rojnameya Kurdistanê û Roja Rojnamevaniya Kurdî peyamên pîrozbahiyê belav kirin.
Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, Roja Rojnamevaniya Kurdî û bîranîna 124 saliya yekem hejmara Rojnameya Kurdistan bi destê Mîr Mîqdad Midhet Bedirxan û 24 saliya damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li hemû rojnamevanên Kurd û Kurdistanê pîroz kirin û serkeftin ji wan re xwestin.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got: “Di vê bîranîna birêz û bi rûmet da, em tevahiya wan rojnamevanên Kurdistanê bi bîr tînin ku di hemû qonaxan da xizmeta karwanê rojnamegeriya Kurdistanê kirine û di serdema şoreş û piştî azadiyê jî, bi şarezayî û pîşeyî erka xwe bi cîh aniye ku hindek ji wanan jî di vê rê da jiyana xwe ji dest da.
Bi vê helkeftinê em, careke din, tekîdê li helwestê xwe yê di warê; piştevanîkirina demokrasiyê, azadiyan, azadiya rojnamegerî û raderbirînê, mafên mirovî û serweriya yasayê dikîn ku hemû stûn û bingehên sereke yên her civakek azad û pêşkeftî ne. Gelê Kurdistanê ji bona van prensîpan xebat û tekoşîn kiriye û xwîn û can jê re qurbanî kiriye, ji ber hindê çu caran dest ji wan prensîpan bernade. Em jî, wek hertim, bi hemû îmkanên xwe dê wan biparêzin.
Her bi vê helkeftê, em dakokiyê li giringîya rojnamegeriyê û erkê rojnamevanan dikîn ku hertim pisporî û pîşeyîbûnê li ber çavan bigrin, erkê xwe bi berpirsiyarane û bi dirustî bi cîh bikin, bi wijdan rastiya heye bigehînin, berjewendiyên bala yên welat li ser hemû tiştek din deynin, ji bona rastkirina şaşiyan û baştirkirina tecrûbeya Herêma Kurdistanê bi rexneyên avaker, bi têbînî û dîtinên xwe hevkar û alîkariya saziyên niştimanî bikin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de diyar kir, “Cihê kêfxweşî û şanaziyê ye ku li Herêma Kurdistanê, jîngeh û derfeteke baş ji bo kar û bizava rojnamevaniyê û azadiya ragihandinê bi giştî hatiye pêkanîn û bi sedan dezgehên cûr bi cûr û pirdeng ên ragihandinê, ji vê keşa azad sûd wergirtine ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê desteber kiriye û bi wê azadiyê kar dikin.”
Mesrûr Barzanî got: “Li vir bi pêwîstî dibînim ku daxwazê ji rojnamevan û xebatkarên ragihandinê yên rasteqîn ên Kurdistanê daxwaz bikim, ku rê nedin ti kes û aliyek, vî pîşe û erkê girîng û sengîn, ji bo mebestên xwe yên taybet û bêrêzî û sivikatîkirina li nirxên bilind ên niştimanê bi kar bînin.”
Serokwezîr Barzanî destnîşan kir, “Di 124emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî û derçûna hejmara yekem a Rojnameya Kurdistanê li ser destê rehmetî Mîr Mîdhet Bedirxan û hevalên wî, ku hevdem e ligel salvegera damezrandina Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê, pîrozbahiyeke germ li hemû xebatkarên ragihandinê û rojnamevanên Kurdistanê dikim û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo dixwazim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin