Kurdistan hêdî hêdî ji berfê sipî dibe
PeyamaKurd- Li Kurdistana bakûr li bajarê Erzeromê bi sedema berfbarîna zêde jiyana xelkê hat asta rawestandinê. Li gelek deverên Erzeromê berf û bager bi hevre bandoreka zêde li ser jiyana xelkê kir. Bi barîna berfê re bayê gur jî tê û di sietê de leza bayê derket heya 60 km yî.
Li çiyayê pişt Erzeromê yê bi navê Palandokenê ku navenda şematekê (ski) ye, mesafeya hevdîtinê heya 3 metreyan daket an ku mirov piştî 3 metreyan nikare hev bibîne. Çiyayê Palandokenê ji behrê 3 hezar û 176 metre bilind e.
Rêvebiriya meteorolojiyê ya Erzeromê hişyarî da xelkê ku wê heya 13 ê vê mehê, li bajarên weka Erzerom, Ezirgan, Qers, Ardaxan û Tûzlûca ya Ixdirê berf bibare. Divê xelkê van bajaran li gor van agahiyan tevbigerin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin