Li deverên bilind yên Kurdistanê berfê erdê sipî kir

22 October 2024 23:28 0 dîtin
Li deverên bilind yên Kurdistanê berfê erdê sipî kir

PeyamaKurd – Li bilindahiyên bakûrê Kurdistanê, di payîzê de li gelek deveran berf dibare ku ciyekî ji wan navça Diyadînê ye ku li ser bajarê Agiriyê ye.

Berfa ber destê êvarê li Diyadînê bariya, xelkê şaş kir û bi awayekî neyînî bandorê li jiyana xelkê kir. Kolan ji berfê sipî bûn û xelk ber derê xwe û ser erebên xwe ji ber fê paqij kirin.

Li deverên ku xelk amadekariya xwe ji bo zivistanê nekirine, barîna berfê bandorekî neyînî li ser jiyana wan dike lê yên xwe ji bo zivistanê amade kirine, ne xema wan e.