Kesnasiya Kurdistanê: Li bilindahiyan barîna berfê wê bidome û pileya germê jî dikeve...

16 January 2022 12:20 0 dîtin
Kesnasiya Kurdistanê: Li bilindahiyan barîna berfê wê bidome û pileya germê jî dikeve...

PeyamaKurd - Rêveberiya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li piraniya navçeyên çiyayî yên Herêma Kurdistanê berf dibare û pileya germahiyê jî wê zêdetir bikeve.

Rêveberiya Keşnasî û Erdhejan a Herêma Kurdistanê eşkere kir ku niha berfîna berfê li piraniya çiyayan û li hin qeza û nahiyên çiyayî dest pê kiriye û bandora vê hewaya sar wê dewam bike û îro li piraniya navçeyan pileya germahiyê her diçe kêm dibe.

Rêveberiya Çûnûhatinê ya Hewlêrê jî di daxuyaniyekê de ajokar û welatiyan agahdar dike ku ji ber barîna berfê, riya Derbendî Gumespan bo çiyayê Sefîn û Kepkê Gewre tê girtin û ew dikarin li şûna wê, riya (Hewlêr - Şeqlawa – Hêran) bi kar bînin.

Hêjayî gotinê ye, ev çend roj in li piraniya navçeyên Herêma Kurdistanê baran dibare û pêr 14ê Çileyê jî ji barîna baraneke xurt, av li hin deverên Hewlêrê kom bû û astengî ji bo çûnûhatina welatiyan derket.