Li Bakurê Kurdistanê bi barîna berfê re bi sedan rê hatin girtin

23 December 2020 16:00 0 dîtin
Li Bakurê Kurdistanê bi barîna berfê re bi sedan rê hatin girtin

PeyamaKurd - Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfê ji doh 22yê Kanûnê ve dest pê kiriye û îro 23yê Kanûnê jî barîna berfê bi taybet li bajarên Serhedê bi awayekî zêde berdewam dike.

Ji ber barîna berfa zêde bi taybet li bajarên Wan û Erzînganê astengî ji çûnûhatinê re derketin û rêyên gelek gund û navçeyan ber bi navendên bajêr ve hatin girtin.

Tenê li bajarê Wanê li gelek navçe û mezreyan bi qasî 372 rêyên gundan hatine girtin. Herwiha li Erzînganê rêyên 12 gundan hatine girtin ku wê berfbarîn hê jî berdewam bike.

Li gorê saziya hewanasiya Tirkiyê Meteorolojiyê li bajarên Îdir, Erzerom, Qers û Erdexanê jî wê berf bibare û wê bi şev qeşa bikeve ku hişyarî hatiye dayîn.