Gelek kolber li Rojhilatê Kurdistanê di bin berfê de mane

28 December 2024 16:11 0 dîtin
Gelek kolber li Rojhilatê Kurdistanê di bin berfê de mane

PeyamaKurd – Li gor nûçeya KolberNewsê ya Rojhilatê Kurdistanê, sibeha îro (28.12.2024), gelek kolber ji ber berf, bahoz û sermaya dijwar li bilindcihên xeta sînorî ya Bestama bi ser Serşiyoya Seqiza Rojhilatê Kurdistanê asê mane û heya niha tu agahî ji wan nayên wergirtin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, gelê herêmê ji bo dîtina wan, li herêmê digerin.

KolberNews diyar dike ji ber ku şebekeya telefonê li wê herêmê tune ye, gele herêmê nekariye xwe bigihîne wan kolberên asêbûyî.

Her weha li gorî amarên 6 mehên destpêkê yên (2024), KolberNews radigihîne ku  bi giştî 142 kolberên kurd li herêmên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin. Ji van 142 kesan, 124 kes rasterast bûne hedefa guleyên hêzên rejîma Îranê.

KolberNews balê dikêşe ser wê yekê ku ji van 142 kesan, 10 kes zarok in û di bin 18 salî re ne. Wekî din jî tekez dike ku li gorî sala 2023yan, rêjeya qetilkirin û birîndarkirina kolberên Rojhilatê Kurdistanê ya bi destên rejîma Îranê ve, %67 zêde bûye.