Kurdistan | Seroka Desteya Mafên Mirovan bi sonda yasayî dest bi kar kir
PeyamaKurd - Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, seroka nû ya Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan sonda yasayî xwar û dest bi kar kir.
Bi merasîmeke ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û Serokê Encûmena Dadwerî Bengîn Qasim Mihemed amadehî kirin, Serokê Herêma Kurdistanê fermana herêmî ya Muna Îwxena Yaqo îmze kir ku wek Seroka Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan dest bi kar bibe.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hemû piştevanî ji bo erkê wê yê nû ji seroka nû Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan li Herêma Kurdistanê nîşan daye û hêviya serkeftinê jê re xwestiye.
Seroka Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan a Kurdistanê, li pêş Serokê Encûmena Dadweriyê sonda yasayî xwar û dest bi kar kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin