Parlamentoya Kurdistanê Serokê Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan hildibijêre
PeyamaKurd – Parlamentoya Kurdistanê, îro di civîna xwe de dicive û Serokê Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan hildibijêre.
Li gor zanyariyan, rêkeftina aliyên siyasî ji bo dabeşkirina peywiran diyar dike, îro 18.05.2021ê Parlamento peywira Serokê Desteya Serbixwe ya Mafên Mirovan dê hilbijêre.
Herwiha li gor heman rêkeftinê jî, serokê desteyê dê ji pêkhateya Mesîhiyan be û Muna Îwhena namzedê wê erkê ye.
Îro bi dengên Parlamenteran ew peywir dê bê zelalkirin, ku pêwîstî bi dengên 56 Parlamenteran heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin