Serokên fraksiyonan û desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê dicivin
PeyamaKurd- Biryare îro Sêşemê (09.06.2020) serokên fraksiyonên parlamentoyê û desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bicivin.
Hat ragihandin ku, biryare îro saet 12:00ê civîna serokê fraksiyonan û desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê birêve biçe û piraniya serokên fraksiyonan jî beşdarî civînê dibin.
Li gor zanyariyên berdest, civîn bi armanca rêkeftina li ser bernameya karê rûniştinên parlamentoyê û diyarkirina dema destpêkirina rûniştinên parlamentoyê tê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin