Serokatiya Parlamentoyê bi serokên fraksiyonan re  dicive

13 January 2020 12:53 0 dîtin
Serokatiya Parlamentoyê bi serokên fraksiyonan re  dicive

PeyamaKurd -  Derbarê temamkirina karên Parlamentoya Kurdistanê li ser projeyasaya çaksaziyê û dengdan li ser tevahiya madeyên projeyasayê civînek navbera desteya serokatiya Parlamentoyê û serokên fraksiyonan de pêk tê.

Li gor zanyariyên berdest, niha di nav Parlamentoya Kurdistanê de serokên fraksiyonan û desteya serokatiya parlamentoyê bi armanca guftûgokirina derbarê du mijarên serekî de civînê de ne, ku ew jî mijarên malnişînkirina payebilindan û rêkeftina li ser madeyên ku hîn dengdan li ser nehatiye kirin in.

Beriya niha cîgirê serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ragehandibu, ku roja yekem a rûniştina parlamentoyê derbarê projeyasaya çaksazî û çend projeyasayekî din de 12 demjimêr û 15 hûrdeman guftûgo kirine û got:

 ‘’Emê berdewam jî bikin û tişta ku em bikarin bo bidestxistina dadperwerî di vê projeyê de li gor berjewendiya gel û hukimraniya baştir dê bê kirin.’’