Serokatiya Parlamentoyê bi berpirsên dezgehên hilbijartinê re dicive
PeyamaKurd – Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û lîjneyên taybetmend, îro bi berpirsên dezgehên hilbijartinê yê partiyan siyasî yên Kurdistanê bicive.
Li gor rêveberê ragihandina Parlamentoya Kurdistanê Saman Ehmed diyar kiriye, roja Pêncşemê li ser banga Serokayetiya Parlamantoyê, ji bo hemahengî bi lîjneya navçeyên Kurdistanî ya derveyî îdareya Herêma Kurdistanê re, civîneke berpirsên dezga û nivîsîngehên hilbijartina yên partiyên siyasî yên Kurdistanê birêve biçe.
Saman Ehmed herwiha da zanîn, wê di civînê de pirsa hilbijartina Parlamentoya Iraqê, hemahengiya di navbera aliyên siyasî, bi taybet li Herêmên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi armanca duristkirina lîsteyeke nîştimanî ji bo wan navçeyan jî bê gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin