Serokên fraksiyonan li Parlamentoya Kurdistanê îro civînekê li dar dixin

08 February 2022 14:05 0 dîtin
Serokên fraksiyonan li Parlamentoya Kurdistanê îro civînekê li dar dixin

PeyamaKurd Serokên fraksiyonan li Parlamentoya Kurdistanê, îro di çarçoveya yasaya hilbijartin û çalakkirina Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê de, civînekê li dar dixin.

Li gor zanyariyan, îro 08.02.2022yê di saet 11:00an de, serokên fraksiyonan wê li parlamentoyê bicivin û gotûbêjan li ser yasaya hilbijartin û çalakkirina komisyona hilbijartinê bikin.

NerînênAliyên siyasî yên Kurdistanê li ser yasaya hilbijartin û çalakkirina komîsyona hilbijartinê nêrînên wan cuda ne. Beşek ji wan daxwaza nûjenkirina yasayê dikin û beşe jî dibêjin yasa guncawe ji bo Herêma Kurdistanê û maf dide hemû dengdêran û demokratîk e.

Li ser çalakkirina komîsyonê jî beşek ji aliyan daxwaza çalakkirina komîsyonê bi pêkhateya berê ve dikin û beşek din jî daxwaz dikin li gor encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ya sala 2018ê bê nûkirin.

Herwiha Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê, heta roja 10.02.2022yê molet daye aliyên siyasî ji bo gîhandina helwêstê xwe yê derbarê yasaya hilbijartin û çalakkirina komîsyona hilbijartinê ji bo parlamentoyê.