Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksiyonan dicivin
PeyamaKurd – Biryar e îro 04.04.2020ê serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksiyonan dicivin, bo guftûgo derbarê belavbûna şewba vîrusa korona de bikin.
Derbarê civînê de endamê Parlamentoya Kurdistanê yê ser bi fraksiyona Gorran Celal Mihemed Emîn ragehand: ‘’Îro desteya serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û serokên fraksiyonan dê bicivin.’’
Li gorî nûçeya Basnewsê Celal Mihemed Emîn got: ‘’Civîna desteya serokatiyê û serokên fraksiyonan bo guftûgo derbarê rewşa herêma Kurdistanê bikin ji ber belavbûna şewba vîrusa korona de ye û dîtina rê çareyekî ye bo ku parlamento rola xwe di vê rewşê de hebe.’’
Parlamenterê Gorran got: ‘’Vê civînê de guftûgo derbarê civînên parlamentoyê de dê bê kirin, eger pêwîst bike dê parlamento jî kombibe.’’
Li gor zanyariyan guftûgo derbarê amadekariyên projeyekî hevbeş de tê kirin, bo rewşa naha ya herêma Kurdistanê û bi taybet bo nevergirtina kirêyên kirêciyan li herêma Kurdistanê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin