Kurdistan | Wezîrê Wezareta Karûbarên Olî û Ewqafê xebat û xizmetên 3 salan eskere kir

21 July 2022 20:01 0 dîtin
Kurdistan | Wezîrê Wezareta Karûbarên Olî û Ewqafê xebat û xizmetên 3 salan eskere kir

PeyamaKurd - Wezîrê Karûbarên Olî û Ewqafê li Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq xizmet û xebatên 3 salan ên wezaretê eşkere kir.

Sadiq diyar kir, wezareta wî kar ji bo avakirina çanda lêborîn û pêkvejiyana olî di navbera hemû pêkhateyan de kiriye û gelek mizgeft û perestgeh li Herêma Kurdistanê hatine çêkirin û nûjenkirin.

Wezîrê Karûbarên Olî û Ewqafê li Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq di axaftineke vîdyoyî de behsa kar û çalakiyên Wezareta Ewqafê di serdema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Serokwezîr Mesrûr Barzanî de kir.

Sadiq got, di heyama sê salên derbasbûyî de ji karê kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Herêma Kurdistanê bûye nimûneyeke ciwan a di warê pêkvejiyan û lêborîna olî de ku Herêm ji bo konferansên cîhanî yên bi vê derbarê de pêwendîdar hatiye vexwendin.

Piştîwan Sadiq diyar kir: “Me berê kar kir ta ku gotara Înê li Kurdistanê bibe gotareke olî ya nerm û bibe alîkar ji bo belavkirina aştî û lêborînê di navbera ol û mezhebên cuda de. Di heman demê de 3 hezar kursên cuda ji bo mamostayên olî hatin lidarxistin û me Enstîtuya Kurdistanê ava kir û mamostayên olî li wir kursa 45 rojî digirin.”

Sadiq di dewamê de got: “Di heman demê de, me giringî daye hemû olên din yên li Herêma Kurdistanê. Rêveberiya Pêkvejiyanê heşt olên navxweyî li xwe digire. Di wê derbarê de me nêzîkî 2 hezar mizgeft nûjen kirin, çendîn mezargehên Êzidiyan û dêr ava û nûjen kirin.”

Wezîrê Karûbarên Olî û Ewqafê bal kişand ser: “Em hewl didin di demeke nêzîk de xaniyan ji bo mamostayên olî xaniyên ava bikin. Ew projeyasaya nû hatiye amadekirin û di zûtirîn dem de ji bo pêdaçûna rênimayiyên koçkirin, dibistanên olî û rêbaza hînkirina Qurana pîroz, ji bo Parlamentoya Kurdistanê tê şandin. Bi taybetî ku giringî bi Zanîngeha Ezherê hatiye dayîn ku niha enstîtuya wê li Hewlêrê heye.”

Dawî de Sadiq wiha axivî: “Me gelek xwendekarên xwe şandin Misirê. Me nêzîkî 250 mamosteyên xwe yên olî jî ji bo xwendina bilind şandin welatên din. Me pêdaçûn di gelek girêbestên veberhênanê de kirin û vê yek jî dahata darayî bo Hikûmeta Herêmê vegerand. Ji aliyeke din ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê di xizmeta heciyan de gelek asankarî dabîn kirin.”