Kurê damezrînerê Talîbanê hisyariyeke tund da Pakistanê
PeyamaKurd – Talîbanê li ser êrîşa artêşa Pakistanê ya 16ê Nîsanê ku bi hinceta parastina sînoran pêk anîbû, bertekeke tund nîşan da.
Wekîlê Wezîrê Berevaniya Afgandistanê yê Talîbanê Molla Muhammed Yaqûb Mucahîd da xuyakirin ku ew ê êdî li hember êrîşên ji aliyê Pakistanê ve bêdeng nemînin.
Mucahîd ku bi xwe kurê damezrînerê Tevgera Talîbanê Molla Omer e, di merasîma 9emîn salvegera mirina bavê xwe de, bal kişand ser ku wan ji ber berjewendiyên netewî bersiva êrîşên artêşa Pakistanê nedaye, lê ji niha şûnde bêdeng namînin.
Herwiha Mucahîd daye xuyakirin ku gelek pirsgirêkên Afganistanê hene û piraniya wan jî ji ber helwesta welatên cîran e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin