Kurê Netanyahu daxwaza zêdekirina emojiya 'Ala Kurdistanê' kir

21 August 2020 15:39 0 dîtin
Kurê Netanyahu daxwaza zêdekirina emojiya 'Ala Kurdistanê' kir

PeyamaKurd – Kurê Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu, Yair Netanyahu li ser medya civakî daxwaz kir ku Ala Kurdistanê jî di nava emojiyan de were zêdekirin.

Yair Netanyahu li ser hesaba xwe ya twitterê piştgirî da daxwazên bo zêdekirina emojiya Ala Kurdistanê li ser torên înternetê û medya civakî û wiha got:

“Em dixwazin Ala Kurdistanê li emojiya were zêdekirin.”

Ev parvekirina Yair Netanyahu li ser medya civakî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Hêjayî gotinê ye, komek çalakvanên Kurd ji sala 2019an ve bi kampanyayên li ser medya civakî û kampanyaya îmzeyan ya li ser Change.Orgê daxwazên zêdekirina emojiya Ala Kurdistanê li kompaniyên cîhanê yên torên medya civakî dikin ku hîn di zêdekirina Ala Kurdistanê de bi ser neketine.

Li aliyê din di hejmarek kampanyayên wergerana zimanê Kurdî di google, microsoft û sepanên telefonên wekî Iphone de, kampanyayên çalakavanên Kurd bi ser ketine, zimanê Kurdî li wan toran hatiye zêdekirin.