Lavrov diçe Sûriyê, dosyeya herêma Rojhilatê Firatê li ser masê ye

04 September 2020 14:22 0 dîtin
Lavrov diçe Sûriyê, dosyeya herêma Rojhilatê Firatê li ser masê ye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, hefteya pêşiya me serdana Sûriyê dike û wê berpirsên rejîmê re hevdîtinan pêk bîne.

Li gorî çavkaniyan, wê Lavrov di vê serdanê de, têkbirina terorê, nîqaşên ser birêvebirina Sûriyê, encamên xebata komîteya destûrê û lêkolîna ser dosyaya herêma rojhilatê Firatê bi aliyan re gotûbêj bike.

Sergey Lavrov herî dawî destpêka Sibata 2012an serdana Sûriyê kiribû.

Lavrov çend roj berê li Moskowê bi şanda MSDê ya bi seroktiya Îlham Ehmed re piştî îmzekirina muzakereya lihevkirinê bi Partiya Vîna Gel re civiya bû.