Lavrov îro serdana Tirkiyê dike
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov wê di 6-7ê Nîsanê de bi serdaneke fermî serdana Tirkiyê bike.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Rûsyayê da hat destnîşankirin, Lavrov li ser vexwendina Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ji bo gotûbêjkirina mijarên cuda yên rojeva dualî û navneteweyî wê serdana Tirkiyeyê bike.
Herwiha tekez kir, tevî xerabbûna rewşa navdewletî, diyaloga siyasî ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de berdewam e, berî her tiştî li ser asta serkirdeyan, danûstandinên asayî û baweriyê di navbera Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de pêk hatin. Îsal 5 caran ku herî dawî di 25ê Adarê de bû, hat ragihandin ku bi telefonê axiviye.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku sala borî her du rêber 4 caran rû bi rû û 16 caran jî bi telefonê hevdîtin pêk anîne û wiha hat gotin:
“Li ser talîmata Pûtîn, Rûsya bi enerjî beşdarî xebata ji bo rakirina encamên erdheja wêranker a di Sibata 2023an de li başûrê rojhilatê Tirkiyê bû. Wezareta Rewşên Lezgîn a Rûsyayê 36 ton alîkariyên mirovî, di nav wan de 4 balafirên Îl-76 û nexweşxaneyeke gerok a asmanî An-148, zêdetirî 200 pisporên lêgerîn û rizgarkirinê û bijîşk û çadirên zivistanê şandin herêma erdhejê. Li ser daxwaza hevkarên Tirkiyê, ji bo vemirandina şewata mezin a li Bendera Îskenderûnê ya Hatayê, balafireke amfibiyayê ya Be-200 hat bikaranîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin