Lavrov ji bo firotina genimê Ukrayna bi ser Tirkiyê de serdana Enqerê dike

31 May 2022 19:17 0 dîtin
Lavrov ji bo firotina genimê Ukrayna bi ser Tirkiyê de serdana Enqerê dike

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavuşoglu ragihand ku wê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov 8ê Hezîranê serdana Tirkîyê bike.

Çavusoglu îro 31ê Gulanê ji ajansa fermî ya Tirkiyê AAyê got, ew ê di serdana Lavrov de ser vekirina korîdora Deryaya Reş ji bo firotina genimê Ukrayna û hin mijarên din werin gotûbêj bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber êrîşên Rûsyayê benderên Ukraynayê ji bazirganiyê re hatine girtin û bi milyonan ton zadê Ukrayna jî asê maye ku ev jî bûye sedema krîza xurekê li cîhanê.

Herwiha wezîrê Tirk li ser gazîkirina balyozên Fransa û Almanya ku bo wezareta derve ya Tirkiyê hatine gazîkirin jî gotiye, ew ji bo xwepêşandanên komên alîgirên PKKê ku Tirkiye wan terorîst dibîne hatine gazîkirin.