Lavrov: Me li ser benderên Ukraynayê bi Tirkiyê re li hev kir

01 June 2022 19:28 0 dîtin
Lavrov: Me li ser benderên Ukraynayê bi Tirkiyê re li hev kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ragihand ku wan bi Tirkiyê re li ser benderên Ukraynayê li hev kiriye.

Lavrov got, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji bo alîkariya paqijkirina benderên Ukraynayê ji mînan li hev kirine.

Wezîrê Rûsî di dawiya serdana xwe ya Erebistana Siûdî de, di civîneke rojnamevanî de li ser mijarê wiha axivî: “Piştî pêwendiya Pûtîn û Erdogan, ji bo rê vekirina ji keştiyên kargoyê yên welatan re û paqijkirina mînan ji benderan, me bi hempîşeyên xwe yên Tirk re li ser xebatên alîkariyê li hev kir.”

Herwiha Lavrov diyar kir ku di dema paqijkirina mînan de, divê hewldanên bihêzkirina hêzên Ukraynayê û zirardana Rûsyayê pêk neyên.