Lavrov li ser bikaranîna çekên atomî û serê cîhanî: Metirsî gelekî cidî û rast e

26 April 2022 12:57 0 dîtin
Lavrov li ser bikaranîna çekên atomî û serê cîhanî: Metirsî gelekî cidî û rast e

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di derbarê danûstandinan de axivî û diyar kir, beşek ji siyasetmedarên wezareta wî pêşniyar kirine ku li ser pirsa Ukraynayê rasterast danûstandin ligel Amerîkayê bên kirin û li ser bikaranîna çekên atomî û şerê cîhanî de jî Lavrov hişyarî da û got: “Metirsî gelekî cidî û rast e.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvîneke ku roja Sêşemê hatiye belavkirin de eşkere dike ku ji aliyê wezareta wî ve pêşniyar hatiye kirin, li şûna danûstandinên bi şanda Ukraynayê re, bi Amerîkayê re bicivin, ji ber wek ew bi xwe dibêje, helwêsta Ukraynayê li Washingtonê tê diyarkirin ne li Kievê. Herwiha li ser bikaranîna çekên atomî û şerê cîhanî de jî Lavrov daye zanîn: “Metirsî gelekî cidî û rast e.”

Di berdewamiyê de Lavrov qala çend xalên rêkeftinê kir ku berî hefteyekê dane aliyê Ukraynî û destnîşan kir: “Em li benda bersiva wan in.” Ev jî di demekê de ye ku berî du rojan dema di vê derbarê de pirsyar jê hat kirin, Volodymyr Zelensky got ku ti dokumentek negehiştiye wî.

Herwiha Sergey Lavrov diyar kir, dema pirsiyar ji tîma Ukraynî kirine ka çima we ew dokument nedaye Zelensky, wan gotine, beşek dane lê ji ber “gelekî dirêj bûye” dema Zelensky a xwendinê nebûye. Hevdem di daxuyaniyeke Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de, Lavrov dibêje, dema Ukrayna daxwazê ji NATOyê dike tevî şer bibe, Rûsyayê bêzar dike.

Li ser pevçûna berdewam a li Ukraynayê da zanîn, ew pêbawer e ku "bê guman wê her tişt bi îmzekirina peymanê biqede.”

Herî dawî di derbarê egera rûbirûbûna atomî de jî Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê amaje bi wê yekê da ku metirsî gelekî cidî û rast e û got: “Divê biçûk neyê dîtin. Eger tiştekî wiha çêbibe, tê çaverêkirin ku şerê sêyem ê cîhanî derkeve.”