Ji Lavrov gefa atomî: Wê serê Sêyem ê Cîhanê serê nukleerî û tunekirinê be!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, di demeke ku êrîşên artêşa welatê wî di roja 7em de li ser Ûkraynayê berdewam dikin, bertek ji dorpêçên ser Rûsyayê re nîşan da û careke din mijara şerê çekên nukleerî anî ziman.
Lavrov li ser paşxistina muzakereyên ku biryar bû îro da navbera şandên Rûsya-Ûkraynayê de bêne kirin got ku Ûkraynayê li ser daxwaza Amerîkayê civîn bipaş xistiye.
Lavrov li ser dorpêçên tund ên welatên Rojava û Amerîkayê bi ser Rûsyayê de ku tê çaverêkirin yên nû jî bêne sepandin, gefa nukleerî bibîr xist û got, “Şerê Sêyem ê Cîhanê wê nukleerî û şerê tunekirinê be”.
Hêjayî gotinê ye, piştî fermana Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn a amadebaşiya hêzên nukleerî, Amerîka, NATO û welatên Ewropayê ragihandine ku metirsiyeke wiha niha nîne û asta amadebaşiya hêzên xwe naguherînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin