Lavrov: Rûsya ji bo çareseriyê, bi Kurdan û Samê re di têkiliyê de ye
PeyamaKurd - Lavrov derbarê êrişa muhtemel a Tirkiyê bi ser rojhilatê Firatê de axivî û diyar kir ku divê hemû pirsgirêkên li bakurê Sûriyê bi rêya diyalogê bêne çareserkirin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re peywendiyeke telefonî danî. Lavrov di wê peywendiya telefonê de ji Çavuşoglu re got, divê hemû pirsgirêkên li bakurê Sûriyê bi diyalogê bêne çareserkirin. Çavuşoglu jî ji Lavrov re got ku ew rêzê li serwerî û yêkrêziya xaka Sûriyê digirin.
‘RÛSYA JI BO ÇARESERIYÊ, BI KURDAN Û ŞAMÊ RE DI TÊKILIYÊ DE YE’
Sergey Lavrov da zanîn ku ji bo pirsên li ser sînorên Tirkiyê û Sûriyê bêne çareserkirin bi Şamê û bi Kurdan re têkilî danîn û ji bo çareseriyê ew amade ne di proseyê de beşdar bibin.
Lavrov, “Li Sûriyê ji bo çareseriyê em di wê baweriyê de ne ku divê teqez Şam û Kurdên li herêmê bi rêya gotubêjan çareser bikin.”
‘ŞAM AMADE YE KU BI KURDAN RE TÊKLILIYÊ DEYNE’
Lavrov teqez kir ku ji bo aramî û seqamgiriyê herêmê tekane çareserî ev e wiha got, “Duh me bihîst ku rêveberiya Şamê û nûnerên Kurdan ji bo diyalogê amade ne. Em di asta herî bilind de amade ne ku di vê proseya gotubêjan de têvkariyê bikin. Em hêvî dikin aktören din ên herêmê jî piştgiriya vê yekê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin