Lavrov û Çavusoglu, daxuyaniya hevpar da
PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, piştî hevdîtinên fermî, daxuyaniyeke hevpar da çapemeniyê.
Piştî hevdîtina ku hat kirin, Mevlut Çavuşoglu û Sergey Lavrov, di civîna çapemeniyê ya hevpar de li ser rewşa siyasî ya cîhanî û navxweyî axivîn.
Çavuşoglu, di axaftina xwe de bal kişand ser hevdîtina bi rayedarên Suriyeyê re û got, “Enqere hêvî dike ku diyaloga li ser Suriyeyê bi "zelalî û vekirî" bidome.”
Çavuşoglu diyar kir ku Tirkiye amade ye ku di demeke herî kurt de li ser bingeha hiqûqa navneteweyî piştgiriyê bide ku şerê Rusya û Ukraynayê bi dawî bibe û axaftina xwe wiha berdewam kir:
“Pirsgirêka Ukraynayê, di nav pirsgirêkên herêmî de mijareke sereke bû. Şerê ku ev salek zêdetir e didome, zerarê dide hemû cîhanê. Me careke din tekezî li ser hêviya xwe kir ku şer li ser esasê hiqûqa navneteweyî û bi dan û stendinan bi dawî bibe. Em hewil didin bi dan û stendinên herdu aliyan pirsgirêkê çareser bikin.
Rêya dexil û dan, îspata wê yekê ye ku diyalog û muzakere kar dikin. Em girîngiyê didin berdewamiya rêkeftinê. Ev jî di warê kêmkirina qeyrana xwarinê ya cîhanê de girîng e. Em hevî dikin ku astengên li ber dexil û dan û hinardekirina Rusyayê jî bên rakirin. Em piştgiriyê didin xebatên rakirina van astengiyan.
Ji bo mijara Suriyeyê jî li Moskowê her welatekî bi awayekî vekirî helwest û dîtinên xwe hanîne zimên. Em dixwazin ev pêvajo bi awayekî zelal bidome. Divê diyalog bidome, bi xurtkirina şêwirê dê sûdmend be. Me îro jî nirxand ku civîna 4 wezîrên derve dê kengê pêk were.
Vîna me ya hevpar heye ku em têkiliyên xwe yên aborî û bazirganî bi pêş bixin. Me li ser mijarên hevkariya enerjiyê, Santrala Nukleerî ya Akkuyuyê nîqaş kir. Qonaxa yekem a vekirina santralê, dê di 27ê Nîsanê de be.”
Sergey Lavrov jî di axaftina xwe de bal kişand ser mijara hevdîtinên ligel Suriyeyê û bi vî awayî berdewam kir:
“Diviyabû di meha adarê de ev serdan bihata kirin, lê mixabin di destpêka salê de Tirkiye rû bi rûyê erdhejeke ku nedihat payîn bû. Em bûn yek ji welatên yekem ku destê alîkariyê dirêjî Tirkiyeyê kir. Em jî wekî li Tirkiyeyê gotina ‘dostê roja reş' bi kar tînin û em her tim hewilan didin li kêleka dostên xwe yên Tirk bin.
Çêkirina Akkuyuyê wê ewlehiya enerjiyê ya Tirkiyeyê xurtir bike. Di 27ê Nîsanê de em ê enerjiya nukleerî bişînin bloka yekem a santralê.
Bi taybetî me cihekî cidî da mijara Suriyeyê. Pêwendiyên Tirkiye û Suriyê, bi rêya Rusyayê asayî dibin. Di mehên adar û nîsanê de serokên îstîxbaratê civiyan, paşê civînek çaralî li ser asta cîgirên wezîrên ji Moskowê hat lidarxistin.
“Piştî têkbirina Rusyayê, dora Çînê ye”
Rojava, di derbarê Ukraynayê de xwedî rojeveke ne çêker e. Armanca wê, têkbirina Rusyayê li qadê ye. Li dijî welatên ku polîtîkayên serbixwe, serwerî dimeşînin, çalakiyan dikin. Piştî têkbirina Rusyayê, dê dor were Çînê. Hewil didin her welatekî ku berjewendiyên xwe yên neteweyî diparêze, bitirsînin. Dixwazin ku ew bibin bindestê berjewendiyên Amerîkayê.
Amerîka dixwaze bibe hegemon. Helwesta xwe li ser her kesî ferz dike û hewil dide nîzameke nû ya cîhanê ava bike. Lê Rusya tevî piraniya welatên cîhanê dixwaze ku ev nîzama nû ya cîhanê li gorî şert û mercên Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe yek. Lê belê, fermana hatî damezirandin, eşkere şertên Neteweyên Yekbûyî binpê dike.
Me bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Guterres re peymana genim gotûbêj kir. Ew peymanek pakêtê bû. Ew peymanek hem di derbarê genimê Ukraynayê hem jî hilberên gubreya Rûsyayê de bû. Lê dabeşkirina genimê Ukraynayê tê sepandin. Para şêr a van dexilan, bi daxistinan cidî ber bi Ewropayê ve tê şandin.
Li Ewropayê, ew ji hilberîneran re dibin sedema pirsgirêkên cûda. Ev bû sedema nîqaşan. Di rastiyê de beşa Ukraynî ya înîsiyatîfa Deryaya Reş bi şandina dexil û danê Ukraynayî sînorkirî bû. Ew bi îmtiyazê tê şandin. Welatên feqîr ku bi rastî hewcedar in, welatên ku hewcedariya wan bi alîkariyên mirovî hene, tenê dikarin ji % 3 ê van genim bistînin. Beşa peymanê ya têkildarî Rusyayê pêk nayê. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Birêz Guterres, her tim bang li welatên rojavayî dike, lê ew bersivê nadin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin