Lavrov û Soygu seredana xwe ya Îstenbolê betal kirin

15 June 2020 22:14 0 dîtin
Lavrov û Soygu seredana xwe ya Îstenbolê betal kirin

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu wê bi hehetekî leşkerî û ewlekariyê re bihatina Îstenbolê. Lê her dû wezîr bi heyeta xwe ve seredana xwe betalkirin. Li gor ragihandina Tirkiyê seredan bo plana operasyona artêşa Lîbyayê ya bo Sirte hat betalkirin. Li Lîbyayê Rûsya hewl dide ku di navbera her dû aliyan de agirbesekî çêbike. Sirte di navbera Trablûs û Bîngaziyê de, li qerexê Derya Sipî navnedekî îxraca enerjiyê ye.

Li gor Tirkiye dibêje; di navbera Tirkiyê û Rûsya de di asta pisporan de li Tirkiyê hevdîtin dewam dikin lê bi sedema ku di navbera wan de lihevkirin çênebûye, wezîrên Rûsyayê çûyîna xwe ya Tirkiyê dane paş.

Li aliyê dinê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu ragihandiye ku di navbera wan Rûsyayê de ti arîşe tine ye û di asta teknîkî de civîn dewam dikin.