Le Pen pistgirî da sekna Macron a li hemberî Tirkiyê
PeyamaKurd – Siyasetmedara Fransî ya mihafezekar Marine Le Pen, piştgirî da Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ku dibêje, endambûna Tirkiyê ya NATOyê û kiryarên li derveyê hevpeymaniyê divê bên nîqaşkirin.
Le Pen piştgirî da helwesta Macron a piştî bûyera tacîza keştiyên Tirkiyê bo keştiyên deryavaniya Fransayê li peravên Libyayê û got, divê êdî endamtiya Tirkiyê ya bo Yekîtiya Ewropayê derveyî îhtimalan be û hewiha hebûna Tirkiyê ya di NATOyê de jî.
Le Pen got ku di vê rewşê de divê Fransa jî li ser derketina ji endamtiya NATOyê bifikire.
Marine Le Pen, li ser binpêkirina biryara Neteweyên Yekbûyî ji aliyê Tirkiyê ve ku çekan dişîne Libyayê diyar kir, ‘Tirkiye li hemberî Fransayê bi helwesteke dijminane tevdigere. Hevpeymanên me li ser mijara reftara keştiyên Tirkiyê dengekî nizm derxistin. Lê divê encamên vê rewşê hebin. Ez li ser bûyerên dawî û sekna li dijî Tirkiyê piştgiriya Macron dikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin