LÊKOLÎN | AKPê 30%yê dengên 2018an winda kirin

28 October 2022 21:02 0 dîtin
LÊKOLÎN | AKPê 30%yê dengên 2018an winda kirin

PeyamaKurd – Li gorî lêkolîna Kompaniya Hbs a Tirkiyê, partiya deshilatdar AK Partiyê ji sala 2018an ve, ji sedî 30yê dengên wergirtine ji dest dane.

Hbsê daye xuyakirin ku di encama rapirsîyên hatine kirin de, herwiha derketiye holê ku partiya duyem a Tifaqa Cumhur MHPê jî ji sedî 40ê dengên xwe yên hilbijartina sala 2018an ji dest dane.

Di parvekirina Hbs Lêkolîn a ser Twitterê de, wiha hatiye gotin: "AKPê li gorî hilbijartinên 2018an, ji sedî 30yê dengên xwe ji dest dane. Ev rêjeya dengên AKPê dadixe bin 30%î.”

Li gorî lêkolîna kompaniyê CHPê jî tenê ji sedî 2 dengên xwe zêde kirine.

Encama herî balê dikişîne jî wekî daketina dengên MHPê hatiye nîşandan ku ji sedî 2yê dengên wê ji partiyên nû re diçin.