LÊKOLÎN | Kurdî yek ji zimanê herî populer ê duyem e, tirkî di nav de nîne

25 April 2019 20:24 0 dîtin
LÊKOLÎN | Kurdî yek ji zimanê herî populer ê duyem e, tirkî di nav de nîne

PeyamaKurd – Zimanê kurdî di lêkolînekê de di nav 8 zimanan de wekî yek ji zimanê herî populer ê dinyayê derket. Di lêkolîna Business Insiderê de, li gorî hejmara welatên ku lê tê axaftin, zimanê kurdî yek ji zimanê herî populer ê duyem e.

Di lêkolînê de derket holê ku çar welatan di nav zimanên herî zêde tê axaftin de kurdî zimanê duyemîn e.

Di înfografîka ku PeyamaKurd ji ser lêkolînê çêkiriye de, li 55 welatan zimanê duyemîn îngilîzî ye, li 14 welatan zimanê duyemîn ê herî populer frensî ye, kurdî û portekîzî li 4 welatan zimanên duyemîn in û îtalî jî li 3 welatan zimanê herî populer ê duyemîn e.

Li gorî lêkolînê kurdî jî di nav 8 zimanên herî populer ên di rêza duyem de li çend welatan tê bikaranîn e.

Herwiha balkêş e ku zimanê fermî yê Tirkiyeya ku bi deh salan kurdî qedexe kiriye ango zimanê tirkî di nav vê lêkolîna zimanên populer ên cîhanê de cî nagire.