Leyen: Pêwîste Ewropa xwe ji senaryoya herî xirab re amade bike!

26 July 2022 19:51 0 dîtin
Leyen: Pêwîste Ewropa xwe ji senaryoya herî xirab re amade bike!

PeyamaKurd – Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen, beriya civîna derbarê enerjiyê de, li ser mijara gaza rûsî ragihand ku divê Ewropa ji senaryoya herî xirab a gaz û enerjiyê re amade be.

Leyen diyar kir ku Rûsya baweriyê nade û Gazprom jî ji qest asta gaza depoyan kêm dike daku gaza ser welatên ewropî kêm bike.

Vonder Leyen destnîşan kir, pêwîste zû yan dereng Ewropa ji bi temamî qutkirina gazê re amade be û xwe ji senaryoyên herî xirab re jî amade bike.