Li 130 deverên Fransayê serokwezîrê nû hate protesto kirin

08 September 2024 10:00 0 dîtin
Li 130 deverên Fransayê serokwezîrê nû hate protesto kirin

PeyamaKurd – Piştî ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron li şûna namzedê hevpeymana çepgiran a di hilbijartinan de bûye yekemîn, namzedê rastgiran Michel Barnier serokwezîrê nû hilbijartin, li seranserê Fransayê protesto dest pê kirin.

Hate ragihandin ku li seranserê Fransayê sendîkayan û partiyên çepgir banga xwepêşandanan kir û bi hezaran welatî derketin qadan û serokwezîrtiya Barnier protesto kirin.

Tê çaverêkirin ku îro Yekşemê jî protesto berdewam bikin ku li 130 deverên cuda xwepêşandan têne kirin.

Di xwepêşandanan de, alên Filîstînê hatin hilgirtin diruşmên, “redkirina demokrasiyê’ û ‘hilbijartina hatiye dizîn’ hatin qêrîn.