Li 3 bajaran 5 kes bi tometa sîxuriya ji bo Îranê hatin binçavkirin

15 March 2025 12:56 0 dîtin
Li 3 bajaran 5 kes bi tometa sîxuriya ji bo Îranê hatin binçavkirin

PeyamaKurd – Çapemeniya Tirkiyeyê belav kir ku polîsên Tirk 5 kes bi tawana sîxuriya ji dezgeheke îstixbaratê ya Îranê re girtin.

Li gor ajansa nûçeyan DHAyê li Stembol, Antalya û Mêrsînê 5 kes bi tohmeta sîxuriya ji bo Îranê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin.

Li gorî zanyariyan, tawanbaran agahî li ser baregehên leşkerî yên Tirkiyê û deverên sereke berhev kirin, piştre radestî îstixbarata Îranê kirine.

Polîsê Tirkiyê ti zanyarî derbarê nasnameya tawanbaran de belav nekir.