Li Îranê zilamek ji sîxuriya CIA yê hatin îdamkirin

22 June 2019 20:28 0 dîtin
Li Îranê zilamek ji sîxuriya CIA yê hatin îdamkirin

PeyamaKurd- Xebatkarê wezareta bergiriyê yê beşa xebatên fezayî ya Îranê bi sedema ku bo CIA yê bi casûsî xebitiye hat îdamkirin. Li gor ragihandina dadgeha leşkerî ya artêşa Îranê bi sedema ku bo CIA û Amerîkayê xebitiye kesê bi navê Celal Hacî Zewar li bajarê Kerecê yê nezî Tehranê, di zîndana Recaî Şar de hat înfazkirin.

Di ragihandinê de hat gotin ku di sala 2010an de Zewar ji mijara casûsiyê ji wezîfê hatiye dûrxistin û delîl hatine civandin û di encamê de dadgeh biryara didardakirinê daye. Hat ragihandin ku jina wî ya berê jî bi heman sûcê bi 15 sal cezayê zîndanê hatiye cezakirin.