Li 32 bajaran bi gumana PKK ne operasyon kirin ser wan: 208 gumanbar hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Wezîrê karên hundir yê Tirkiyê Ali Yerlikaya ragihand ku bi gumana PKK ne, li 32 bajaran operasyon kirine û di encamê de 208 kesan xistine bin çav. Li gor wezîr; kesên xistine binçav yên endamên PKKê ne an xebatê ji bo rêxistinê dikin û an ji rêxistinê re fînans temîn dikin.
Yerlikaya, di ser hesabê xwe yê medya civakî de daxwuyanî da û got ku di heman wextê de li 32 bajaran operasyon kirine ser navnîşanan û 208 gumanbaran girtine.
Operasyon li bajarên Adana, Ankara, Antalya, Balıkesir, Batman, Bilecik, Bingöl, Biedlîs, Bursa, Çanakkale, Denizli, Diyarbekır, Erzerom, Eskişehir, Gaziantep, Hakkarî, İstanbol, İzmir, Qars, Kocaeli, Konya, Manisa, Mêrdîn, Mersin, Muğla, Osmaniye, Sêrt, Şanlıurfa, Şirnex, Tekirdağ, Dêrsim û Wanê hatine kirin.
Li gor qanûnên Tirkiyê, kesekî bê girtin nayê vateya ku sûcekî kiriye heya dadgeh biryara dawî di derbarê wî/wê de bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin