Li 32 parêzgehan operasyoneke hevdem li dijî DAISê
PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya ragihand, di operasyonên bi navê "Qehreman-34" de, ku bi hevdemî li 32 parêzgehan li dijî DAIŞê hatin kirin, 304 kes dîl hatin girtin.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê operasyonan da daxuyanî parve kir.
Yerlikaya bal kişand ku di bin koordînasyona Midûriyeta Giştî ya Îstixbarata Ewlehiyê û Midûriyeta Têkoşîna Dijî Terorê de hemwext li 32 parêzgehan operasyonên Kahramanlar-34 li dar xistin û destnîşan kir ku li van parêzgehên Stenbol, Îzmîr û Rihayê jî 304 gumanbar hatin desteserkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin