Li 5 navçe yên bajarê Îzmîrê ji ber sewatê jiyana xelkê ketiye xeteriyê

29 June 2024 22:38 0 dîtin
Li 5 navçe yên bajarê Îzmîrê ji ber sewatê jiyana xelkê ketiye xeteriyê

PeyamaKurd – Li bajarê Anedolê li Îzmîrê li 5 navçên wê şewata daristanan dewam dike û jiyana xelkê û malên wan di xeterê de ye. Navçên Çeşme, Menderes, Menemen, Selçuk û Torbalı yên Îzmîrê dişewitin.

Rêya navbera Selçuk û Kuşadası hat girtin. Li Kuşadasiyê 2 otel, taxekî û ciyê hewandina heywanan tehliye kirin.

Li gor ragihandina wezareta çandiniyê û daristanan; di 24 seetên dawiyê de li 16 ciyan şewat derketiye. Mudaxeleya şewatê bi 11 balafir, 27 helîkopter, 171 arazoz û makînên kar, 972 xebatkaran têkirin. Ji şewatan 11 cîh agirên wan vemirandine.

Xebata vemirandina agirê li Selçuk, Menderes, Torbalı, Menemen û Çeşme dewam dike. Di belavbûna şewatan de kêmbûn heye lê dewam dikin.

Li navça Menderesê li du ciyan şewat derket û yek ji wan vemirandin. Li navça Çeşme jî di arazî de şewat derket û dixebitin da agir vemirînin.

Vemirandina agir li 5 navçan, bi alîkariya hemwelatiyan û tîmên pêwendîdar yên dezgeyan ve dewam dike.