Li Agiriyê 113 koçber hatin desteserkirin

09 April 2022 21:19 0 dîtin
Li Agiriyê 113 koçber hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê tîmên polîsan di kamyonekî ku kereste barkirî bû, lêgerînê kirin û di kamyonê de 113 koçberan dîtin. Desteserkirina koçberan ji aliyê rêvebiriya asayîşa Agiriyê de weha hat ragihandin:

“ Rêvebiriya me ya îstîxbaratê û ya karên qaçax yên koçberan bi hevre xebat kirine û di roja 08.04.2022 an siet di 22: 15 an de kamyonê dane rawestandin û tê de 113 koçberên Afxanî girtine. Xebatên me dewam dikin.”