Li bajarê Agiriyê 24 koçber hatin desteserkirin

18 November 2023 20:11 0 dîtin
Li bajarê Agiriyê 24 koçber hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Parêzgeriya bajarê Agiriyê ragihand ku tîmên cendrimeyan yên alaya bajarê Agiriyê, operasyon kirine ser koçberan û di encamê de 24 koçberan girtine û 2 kesên ku karê qaçax yên koçberan dikin, xistine binçav.

Operasyona ser koçberan li navça Bazîda Rojhilat û navça Eleşgirtê ya bajarê Agiriyê hat kirin. Koçberên hatin girtin, piştî ewraqên wan temam kirin, wan teslîmê rêvebiriya koçberan ya bajarê Agiriyê kirin.

Her dû organîzator piştî ewraqên wan temam bibe, dê wan bişînin edliyê.