Li Akrê ji bo Rojava kampanyaya komkirina alîkariyê hat destpêkirin
PeyamaKurd- Piştî Tirkiyê bi tundî êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir û bi sedan malbatên kurd ji navçeyên kurd koçber bûn, li navçeya Akrê ya Herêma Kurdistanê kampanyaya komkirina alîkariyan destpê kir.
Berpirsê gruba Pêşmerge li Akrê Ednan Ebdulwehab re ragihand: ‘’Wek piştgiriyêk bo kurdên Rojavayê Kurdistanê, piştî êrîşên tund ên Tirkiyê bi sedan malbatên kurd koçber bûn, li Akrê me kampanyayek danî bo komkirina alîkariya kurdên lêqewimî yên Rojavayê Kurdistanê.’’
Herwiha got: ‘’Gruba Pêşmerge û rêxistina Qelaya Dêrîn li Akrê kempîna komkirinê destpê kir, bo kurdên Rojavayê Kurdistanê yên koçber bûne. Dê alîkarî ji bo wan malbatên li rojava mane û ewên ku naha li Kurdistanê ne rasterast bên veguhestin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin