Li Alaskayê bi pileya 6,3 erdhejek pêk hat

09 December 2024 11:08 0 dîtin
Li Alaskayê bi pileya 6,3 erdhejek pêk hat

PeyamaKurd – Li peravên Alaskaya DYAyê bi lerza 6,3an erdhejek pêk hat.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) ragihand ku navenda erdhejê 107 kîlometre li başûrê rojavayê bajarê Adak bûye.

Piştî erdheja bi lerza 6,3 ku bi kûrahiya 48 kîlometre di bin erdê de pêk hat, hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.

Di erdhejê de ti ziyanên canî û madî çênebûne.