Li Îranê bi pileya 5.6 erdhejek pêk hat
PeyamaKurd – Li parêzgeha Xuzistanê ya li başûrê rojavayê Îranê erdhejek bi hêza 5.6 pêk hat.
Li gorî daxuyaniya Navenda Erdhejnasiyê ya Zanîngeha Tehranê, erdheja ku navenda wê bajarê Heftgelê yê parêzgeha Xuzistanê bû, bi mezinahiya 5.6 pileyî bi saeta herêmî 07.32an pêk hat.
Erdhej 10 kîlometre di bin erdê de pêk hat, heta niha derbarê ziyanên canî de ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin