Li Îranê bi pileya 5,3 erdhejek pêk hat

27 October 2023 11:44 0 dîtin
Li Îranê bi pileya 5,3 erdhejek pêk hat

PeyamaKurd – Li navçeya Şûsif a ser bi parêzgeha Xorasana Başûr a Îranê erdhejek bi hêza 5.3 pêk hat.

Li gorî daxuyaniya Navenda Erdhejnasiyê ya Zanîngeha Tehranê, erdheja ku navenda wê li navçeya Şusif a eyaleta Xorasana Başûr bû, di saet 04.11an de bi pileya 5.3 pêk hat.

Erdhej 10 kîlometre di bin erdê de pêk hat, heta niha derbarê ziyanên canî de ti daxuyanî nehatiye dayîn.