Li Neynewayê bi pileya 4,2 erdhejek çêbû
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Neynewaya bajarê Iraqê ku 55 kîlometre dûrî Çelêya Colemêrgê ye bi lerza 4,2an erdhejek çêbû.
Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afet û Lezgîn (AFAD) di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê fermî Xê de diyar kir ku li Netnewayê erdhejek pêk hatiye.
Li gor qeydên Midûriyeta Erdhejê ya AFADê erdhej di saet 21.15an da 13.17 kîlometroyî hat pîvandin.
Hat destnîşankirin ku navenda erdhejê herêma Şexan a Nînovayê ye ku 55,82 kîlometre dûrî Çelêya Colemêrgê ye.
Ji ber erdhejê heta niha ti bandorên neyînî nehatine ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin