Li Meresê erdhejeke bi pileya 4.6 çêbû
PeyamaKurd - Li bajarê Mereş ê Bakurê Kurdistanê, îro danê sibehê bi hêza pileya 4.6 erdhejekê rû da.
Li gorî ragihandina AFADê erdheja ku navenda wê Goksun a Mereşê bû, li demjimêr 08:14 xulekan bi pileya 4.6 rû daye û kûrahiya wê 7 kîlomtre ye.
Piştî erdhejên 6ê Sibatê yên wêranker ku navenda wan Mereş bû, paşlerzên wan erdhejan nêzî du meh in berdewam dikin û hişyarî têne dayîn ku welatî li herêmên erdhejê dûrî avahiyên bi xisar bisekinin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin