Li Meresê bi pileya 4.1 erdhej çêbû

21 August 2023 19:12 0 dîtin
Li Meresê bi pileya 4.1 erdhej çêbû

PeyamaKurd - Li Bakurê Kurdistanê ji 6ê Sibata 2023yan vir ve ku bi du erdhejên wêranker bû sedema mirina zêdetirî 50 hezar kesan, liv û tevgera erdhejan ranewestiya ye.

 Li navçeya Goksun a bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê ku navenda herdu erdhejên mezin ên meha Sibatê bû, îro 21ê Tebaxê careke din erdhej çêbû.

Li gorî ragihandina Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD), îro 21ê Tebaxê li demjimêr 16:41ê li navçeya Goksun Mereşê, bi hêza 4.1 pile û kûrahiya 5.17 km erdhejekê rû da.