Li Meresê, erdhejeke bi bandor çêbû!
PeyamaKurd- Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Lezgîn a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku vê sibehê li navçeya Elbîstanê ya Mereşê erdhej çêbû.
AFADê li ser erdheja Elbîstana Mereşê diyar kir ku vê sibehê saet di 09:18an de bi pileya 4,0 çêbû û kûrahiya wê jî wekî 14,37 kîlometir hat pîvandin.
Di 6ê Sibata 2023yan de li navçeyên Pazarcik û Elbîstanê yên Mereşê li peyî hev 2 erdhejên bi pileya 7.7 û 7.6 çêbûbûn û bi bandora van erdhejan li bajar û navçeyên bakur û Tirkiyeyê û li Suriyeyê bi tundî hatibû hîskirin.
Her wiha ji ber van erdhejan, li bakur û Tirkiyeyê 50 hezar û 783 kesan û li Suriyeyê jî 8 hezar û 476 kesan can dabûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin